Li Hurmuzê rageşî zêde dibe: DYA’yê rêzikên angajmanê guhertin

Tê angaşt kirin ku DYA’yê li Tengava Hurmuzê qaîdeyên angajmanê guhertine; li aliyê din çapemeniya Îranê angaşt kir ku mûşekek li keştiyeke Amerîkayê hatiye xistin. Pentagonê angaştên êrîşê derewand

Li Tengava Hurmuzê rageşî zêde dibe û hat angaştkirin ku DYA'yê qaîdeyên xwe yên angajmanê yên leşkerî li herêmê guhertine.

Li gorî nûçeya ku Axiosê ragihandiye, rayedarekî Amerîkî diyar kiriye ku bi rêziknameya nû re, hêzên Amerîkî dikarin rasterast mudaxileyî "gefa nêzîk" a li ser keştiyên ku di tengavê re derbas dibin bikin.

Li gorî nûçeyê, di vê çarçoveyê de botên bilez ên girêdayî Artêşa Pasdarên Şoreşê an jî çeperên mûşekan ên Îranê dikarin bibin armanc. Tê diyarkirin ku ev guhertin piştî hişyariyên Îranê yên der barê hedefgirtina hêzên Amerîkayê de pêk hatiye.

Ji aliyê din ve, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), angaştên di medyaya Îranê de ku digotin keştiyeke Amerîkayê hatiye lêdan, derewand. Fermandariyê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de got: "Tu keştiyeke deryayî ya DYA’yê nehatiye lêdan."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên DYA’yê di çarçoveya Project Freedom (Projeya Azadiyê) de çalakiyan dimeşînin û xwe amade dikin ku bi keştiyên li herêmê re bibin rêber. Serokê DYA’yê Donald Trump berê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew ê alîkariya derbasbûna ewle ya keştiyên welatên ku ne aliyên şer in bikin.

Ajansa Nûçeyan a Farsê ku nêzî Îranê ye, angaşt kiribû ku du mûşek avêtine fîrqetêyneke DYA’yê. Di nûçeyê de hat angaşt kirin ku keştiyê li nêzî Bendergeha Caskê hişyariyên Îranê guhdar nekiriye û ji ber vê yekê hatiye hedefgirtin. Lê belê ev angaşt ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatine piştrastkirin.